ŞOREŞGERÊ ESRA TENG

Stok Kodu:
9786058813038
Boyut:
80
Sayfa Sayısı:
80
Basım Yeri:
Form Ofset-Matbaacılık, Ankara
Baskı:
1
Basım Tarihi:
Şubat, 2011
Resimleyen:
1
Dili:
Kurdî / Kürtçe
88,00
9786058813038
1038163
ŞOREŞGERÊ ESRA TENG
ŞOREŞGERÊ ESRA TENG
88.00

"Şoreşgerê Esra Teng" di nava xwe de 5 beşan dihûndirîne: 'Perdeyên Rehmanî', 'Şûjin', 'Ba', 'Tarî' û 'Ramangeh.' Şayanê gotinê ye ku di kitêba navborî de 26 helbest cih digirin... Em dikarin bibêjin ku helbestên Marîn Rehmanî xwe dispêrin jînenîgariya wî û mîtolojî û folklora kurdî. Em ji beşa "Şûjin" têdigihin ku ji bilî helbesta Şoreşgerê Esra Teng her heşt helbestên din xwe dispêrin jiyana wî ya di dema zaroktiyê de li bajarê xwe yî ku jê ji dayîk bûye û bûye hîme jiyana wî. Hemû beşên din jî em dikarin bibêjin ku dema kamilbûn, xwenaskirin, rapirsîn, lêgerîn, kur û hûrbûnên li ser rabirdû û dahatûyê ne.

Rehmanî di helbesta xwe ya bi navê "Lêborîn" de ku bexşî "Mamê Emîn" kiriye, wiha dibêje;
" (...) kirîvo!
gelo em nikarin hev bidin xatirê şitla nûçandî?
û vegerin ber siya daragijo
binê çîçik û şîrê hejîrê

naxwe dê li me bibe heyf û li vê ş'îrê(...)"

Marîn di helbesta "evîna mêran" de welat û evîna şexsî wisa levhûnandi ye;

memikên te du bihûştin

Marîn û Mêrdîn

Yezdanê bereketê li wan nehat rehmê vê beharê

xela ji wan bariya..."

Herçî kurtehelbesta "Kêlî" ye, navekî din ê çêja kurmancî ye;

"kêlî li serşokê
di nava teşta diya min de,
belbelîska lîstikê bû,
ya ku min bi tiliya xwe diteqand..."

helbesta "Ba" jî yek ji helbestên şayanî behse;

û bi helbesta Dayîk xwe dide der ku hîmê xwe li ser folklora Kurdî ava kiriye;

tu yê jî rojekê bişewitî,

wekî kezeba dîya xwe

Rehmanî di helbesta"Ba" de di kûrahiyan de di lêgerînan de ye,

pêşî dengek

paşê bêdengî

tiştin diqewimin li derdorê

bûyerine mezin

hest pê dikim

lê dibê'm qey

darbesta bayekî dibin di ber min re

hûn jî hest pê dikin

Helbesta "Şoreşgerê Esra Teng" ku ji kitêbê re bûye nav, bêguman yek ji helbestên Rehmanî ye ku di nava xwe de hêmayên 'kûr' û 'xurt' dihewîne;

"li kuçeyê...
roj hêdî hêdî bêyi ku li pişt xwe binihêre diçû ava
sofiyekî di pey re temaşe dikir
dirûvê tozê jî dihate guhestin
Şeytan di xewê de bû
sofî hê li rojê temaşe dikir
hêdî hêdî bi gopalê xwe re giran dibû
hêdî hêdî qesas ji malê derdiketin
kuştî li binê pirê...
û keçikên ku bid destên nesrînî pembû didane hev
girêdana xwe bi hişkiyekê duhestin
tolaz jî bi hosteyî li pey wan digeriyan
şoreşger: ji wan cuda ye
ji dengvedana esra teng
lingxê xwe ji devê mîroyekê derdixim
ber bi milçikandina tenûrê ve
ber bi nanê sîr kirî ve
û herî dûrî lêvên birûj sinetên dirêj..."
Şayanê gotinê ye ku helbestên Rehmanî di kovarên bi navê Tîroj, Çirûsk û W'yê de hatine weşandin.
Marîn Rehmanî ku bi eslê xwe ji Nisêbîna Herêma Torê ye, di sala 1977'an de çêbûye.

Kitabın temin süresi ortalama 3-5 gündür. Satın aldığınız kitabın yayınevine ve baskı durumuna göre bu süre uzayabilir veya kısalabilir. Megakitap.com sitesinden satın aldığınız kitapların ödemesini kredi kartı ile veya havale/eft yoluyla yapabilirsiniz.

Kitaplar temin edildikten sonra kargoya verilecektir. Stokta bulunan kitaplar aynı gün kargoya verilir. Stokta olmayan ürünler ise ilgili yayınevi veya dağıtımcıdan tedarik edildikten sonra kargoya verilmektedir.

Kargonun teslim süresi bulunduğunuz bölgeye ve seçtiğiniz kargo firmasına göre değişkenlik göstermekle birlikte ortalama 1-2 gündür.

Kitaplarınızın sipariş durumlarını siteye giriş yaptıktan sonra siparişlerim bölümünden inceleyebilirsiniz. Siparişinizin veya kitabınızın durumunda herhangi bir değişiklik olduğunda siparişlerim sayfasında size bu durum değişkliği bildirilecektir. Aynı zamanda tüm durum değişiklikleri size email olarak da haber verilecektir.

Kapat